Operasyona li dijî şaneyên DAIŞ’ê yên razayî dewam dike.
Li Minbicê 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.
Yekîneya Antî-terorê ya girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê 3 çeteyên DAIŞ’ê girtin.
Di vê derbarê de navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyaniyek da û wiha tê de got:
“Li bajarê Minbicê li bendeke kontrolê guman li ser erebeyekê hebû, li ser vê yekê yekser erebe hate sekinandin.
Dema kontrolkirina erebeyê, YAT’ê ya girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê 3 çete ji şaneyên DAIŞ’ê ku di nava kelûpelan de xwe veşartibûn, dîtin.
Ew û ajokarê erebeyê girtin û veguhestin aliyên têkildar ku tedbîrên guncaw bigirin.”