Franco Danieli: Êdî dem hatiye ku Abdullah Ocalan azad bibe

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê yê berê Franco Danieli got: “Êdî dem hatiye ku Abdullah Ocalan azad bibe. Divê li çar aliyên cîhanê dengê ji bo azadiya Abdullah Ocalan bilind bibe.”

Hiqûqnas Franco Danieli ku piştgiriyê dide kampanya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’, bal kişand ser girîngiya pêwîstiya bi mezinkirina kampanyayê.

Hiqûqnas Franco Danieli tecrîta giran a li ser Rêber Apo wiha axifî û got:

“Bi dîtina min, dem hatiye ku Abdullah Ocalan ji girtîgehê derkeve û azad bibe.

Nabe ku êdî Abdullah Ocalan li girtîgehê bê hiştin.”

Parêzer Franco Danieli herî dawî ew nirxandin kir:

“Em piştgiriyê didin vê pêngavê ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan destpê kir.

Êdî dem hatiye ku Abdullah Ocalan azad bibe.

Ji ber vê yekê bi dîtina min divê ji çar aliyên cîhanê dengên ji bo azadiya Abdullah Ocalan êdî bilind bibin.”

Matheus Crespo: Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan bi biryarin

Back to top button