Li Dêrazorê bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û bi dirûşmeya “Avakirina mirovî bêyî beşdarbûna jinan nabe” meşek lidar xist. Bi boneya 8’ê Adarê qadên pîrozbahiyê yên Heleb û Dirbêsiyê jî hatin xemilandin.
Nûnerên hemû sazî û meclisên jinan ên sivîl û leşkerî û bi sedan xwendekar beşdarî meşê bûn.
Di meşê de pankartên bi nivîsa “Têkoşîna me azadî ye û berxwedana me serkeftin e” û “8`ê Adarê berdewamiya berxwedana jina Efrînî ye” hatin hildan.
Di meşê de hate gotin: “Jin hezkirin, hêz, fedekarî û berpirsiyariyê di xwe de kom dike.”
Li Heleb û Dirbêsiyê qadên pîrozbahiyê hatin xemilandin
Paltforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê û Helebê qadên pîrozbahiya Roja Jinan a Cîhanê xemilandin.
Pîrozbahiya 8’ê Adarê ya li Dirbêsiyê wê sibe saet 10:00’an li qada Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger dest pê bike.
Pîrozbahiya 8’ê Adarê ya li li Helebê jî pîrozbahî wê li taxa Şiqeyêf were li dar xistin.