Li Mexmûrê 8’ê Adarê bi coşek mezin hat pîrozkirin

Li Mexmûr û Silêmaniyê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî hat pîrozkirin.
Di vê rojê de bang li jinan hat kirin ku bi rola xwe rabin û di her warî de cihê xwe bigire.

Îro bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî li Mexmûrê pîrozbahiyeke girseyî hat li darxistin.

Bi hezaran gel, jin û xwendekar li Navenda Çand û Huner a Mexmûrê kombûn.

Di pîrozbahiyê de berxwdana jinên kurd ji bo aştiyê û azadiyê hat silavkirin.

Li Silêmaniyê bi boneya 8’ê Adarê meşek hat lidarxistin

Li bajarê Silêmaniyê bi hema boneyê meş hebû.

Meş bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî”,”Jin Jiyane Jiyanê Nekuje” hat li darxistin.

Di çalakiyê de banga yekîtiyê li jinan hate kirin û tekezî li sîstema xweseriya demokratîk li Başûrê Kurdistanê hate kirin.

Li ser asta cîhanê çalakiyên 8’ê Adarê

Back to top button