Li ser asta cîhanê çalakiyên 8’ê Adarê

Li ser asta cîhanê jî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî bi çalakiyên rengînî hatin pêşwazîkirin.
Her çiqasî li hinek welatan gul kirîn û beşdarbûna şahiyê hebe jî, lê piştevaniya ji bo jinên li Xezayê li pêş bû.

Jinan li cîhanê jî roja 8’ê Adarê bi çalakiyan pêşwazî kirin.

Li paytexta Tayland Bongkokê jinan bi rengê cilên gelirî yên welat li xwe kirîn li ber derê koşka serokomariyê kom bûn.

Jinan daxwaza sererastkirina qanunên têkildarî wan yên dema dayîkbûna zarokan kir.

Li Endonezya jî jinan li navenda Jakartê li hev kombûn û bi mitîngekê 8’ê Adarê pîroz kirin.

Li Koreya Bakur di 8’ê Adarê de gulên sor hatin kirîn.

Li paytext Pyongyangê kesên ku gul kirîn, berê xwe dan cihên şahiyan.

Welatiyên Koreya Başûr jî, ji bo pîrozkirina rojê li Seulê daketin qadan.

Wezîrê Edaletê yê berê Cho Kuk jî di nav kesên beşdarî mîtîngê bûn de bû.

Li paytexta Pakistan Îslamabad jî, jin li qadan bûn.

Jinan bi pankartên di destê xwe de bilind kirîn, piştevaniya Filistînê kirin.

Li Lubnanê jî kuştina sivîlan li Xezayê hat şermezarkirin.

Jin bi vê armancê li ber navenda Jinan a NY ya li Beyrutê kom bûn.

Li parzemîna Afrîka jî heman dimen hebûn.

Jinên cihû yên li Afrîkaya Başûr li dijî polîtîkayên dîlgirtiyan ya navbera Hemas û Îsraîlê bertek nîşan dan.

Yek ji welatên Ewropa yên pîrozbahiya rojê lê pêk hatî Fransa bû.

Li Parîsê bi hezaran jin bi boneya rojê daketin qadan.

Di nava wan de, leyîstikvanên navûdeng jî hebûn.

Li herêma Cizîrê şahiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî

Back to top button