Rûspiyê êla Şemer a navçeya Dibêsiyê diyarkin ku ew piştgiriyê didin QSD’ê.
Rûspiyan gotin, “Divê em bibin yek. Em yekrêziya xwe ava bikin û bi hev re dewleta Tirk a dagirker ji welatê xwe derxînin.”
Rûspiyê Êla Şemer a navçeya Dirbêsiyê Reşîd Fadil El-Cerîi li dijî dagirkeriya dewleta Tirk nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku ew ê bi ti awayî vê qebûl nakin.
El-Cerîi diyarkir ku Erdogan ne tenê Kurdan, gelê Ereb û hemû pêkhateyên herêmê dike hedef, armanca wî ew e ku jiyana hevpar û biratiya gelan têk bibe.
Fadil El-Cerîi destnîşan kir ku weke Êla Şemer ew alîgirê QSD’ê ne wiha got: “QSD`ê layiqê piştgirî û destekdayînê ye.Weke êla Şemer em bi ciwanên xwe û bi her tiştên xwe li cem QSD’ê ne.”
Reşîd Fadil El-Cerîi di dawiyê de banga hevgirtinê li gelên herêmê kir û got: “Divê em bibin yek. Em yekrêziya xwe ava bikin û bi hev re dewleta Tirk a dagirker ji welatê xwe derxînin.”