Li dijî tecrîda li ser Rêber Apo li bajarê Hesekê meşek girseyî hate lidarxistin

Têkoşîna gel a li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re li seranserî herêmê dewam dike. Li bajarê Hesekê û Reqayê meş û çalakî hatin lidarxistin.

Bertekên gel ên li dijî tecrîda li ser rêber Apo û xiyaneta PDK’ê her ku diçe zêdetir dibin.

Îro bi sedan welatiyên Hesekê daketin qadan û bi meşekê, tecrîda girankirî ya li ser Rêber APo û hevkariya PDK’ê ya bi dijmin re şermezar kirin.

Piştî meş veguherî mêtingê endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk-PYD’ê Ebdullah Mele Salih axivî û got: “Tecrîda li ser Rêber Apo yek ji planên qirêj ên hemû dewletan e û heya niha jî ew plan didome.

Endama Rêveberiya Kongra Star a Hesekê Sûzan Mihemed jî diyar kir dema dijmin bixwaze welatekî dagir bike di serî de jinan dike armanc.

Sûzan bang li tevahî jinan kir ku bi rihê yekîtiyê her çar aliyên Kurdistanê ji dagirkeriyê xwe biparêzin.

Çalakiya Pirtûkxaneya Gerok a li Reqayê di roja 3. de bi dawî bû

Li aliyekî din jî çalakiya pirtûkxaneya gerok ya li bajarê Reqayê di roja xwe ya 3. bi dawî bû.

Di roja dawî ya çalakiyê de endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê şaxê Reqayê Mehmûd El Omer diyar kir ku armanc ji vê çalakiyê, têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya Rêber Apo ye.

Çalakî bi pêşandana sivizyonekê derbarê Komployê Navnetewî de bi dawî bû.

Tê payîn çalakiya pirtûkxaneya gerok sibe li rojavayê Dêrazorê dewam bike.

Back to top button