Li Iraqê hêzên dijî-terora Iraqê serçeteyek û 5 DAIŞ’î girtin

Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê ragihand ku, li gundê Xerzê yê Mexmurê, çeteyên DAIŞê bi cilên serbazî 2 welatiyên sivîl kuştin û welatiyekî din jî bi kêran birîndar kir.

Şaneyê diyar kir ku dezgeha Dijeterorê ya Iraqê, serçeteyek û 5 çeteyên DAIŞê li navçeyekê di navbera Kerkûk û Selahedîn de girtin.

Tevgera DAIŞ’ê li Iraqê
Li Diyalayê, di encama teqîna 2 bombeyan de, cotkarek hat kuştin

Di heman çarçoveyê de şandeyê ragihand ku di encama teqîna 2 bombeyên çandî li nava 2 zeviyên çandiniyê li bajarokên Ebare û Gulale yên Diyala, cotkarek hat kuştin, jin û zarokek jî birîndar bûn.

Back to top button