TEV-DEM: SERHILDANA 12’Ê ADARÊ ZEMÎNÊ ŞOREŞA ROJAVA AVA KIR

Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê bi daxuyaniyekê şehîdên serhildana 12’ê Adara 2004’an bi bîr anî.
TEV-DEM’ê diyar kir ku serhildana 12’ê Adarê zemîna Şoreşa Rojava ava kir.

Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), derbarê 12’ê Adarê roja serhildana Qamişlo daxuyaniyek nivîskî da.

TEV-DEM’ê diyar kir ku serhildana Qamişlo zemîn ji Şoreşa Rojava re ava kir.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye;

“Beriya 14 salan ango 12’ê Adara 2004’an tîma futbolê ya Qamişlo û tîma futbolê ya Dêrazorê li yarîgeha Qamişlo maçek lîstin.

Di wê maçê de hin komên şovenîst provokasyonek pêk anî.

Di wê provokasyonê de ji 40’î zêdetir Kurd û her wiha hinek leşker û polîsan jiyana xwe ji dest dan.

Piştî provokasyona 12’ê Adara 2004’an ku tê de gelek Kurd hatin qetilkirin, Kurdan li hemû bajarên Rojava, Şam û Helebê serî hilda.

Serhildanên 12’ê Adarê yên gelê nîşan da ku xebatên rêber Apo yên li Rojava û Sûriyê gelekî şoreşger ê demokratik afirandiye.

Li Sûriyê nîşanî her kesî daye ku êdî Kurd ne Kurdên berê ne û êdî ji bo azadiya xwe tê dikoşin.

Şoreşa Rojava ku di sala 2012’an de li Kobanê dest pê kir, serhildanên piştî Qetlîama Qamişlo jê re zemîneke girîng amade kiriye.

Di sala 2004’an de şovenîstan êrîş kiribû da ku dijminahiya gelên Kurd û Ereb çêkin û qetlîaman li ser Kurdan pêk bînin.

Lê belê gele Kurd û şoreşgerên Rojava, ji bo bîranîna şehîdên 2004’an, şoreşa Rojava pêk anî û biratiya gelan jî afirand.

TEV-DEM: ÊDÎ DEMA AVAKIRINA SÛRIYEKE DEMOKRATÎK HATIYE

Êdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê provokasyonên wekî ya 2004’an nikarin pêk bînin.

Niha dema wê ye ku Sûriyeyeke demokratîk bê avakirin ku careke din dijminahiya gelan lê neyê gurkirin.

Banga me li hemû gelên Sûriyê, hêzên welatparêz û demokratîk ên Sûriyê û dewleta heyî ye ku ji wê qetlîam û bûyerên di dîroka nêz de, dersekê derxin û ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk li ser esasê neteweya demokratîk, bi berpirsyariyên xwe rabin.

Leave a Reply

Back to top button