Rojnamevan Rizgar Denîz li ser gora xwe hate bîranîn

Rojnamevan û nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Hawar’ê (ANHA) Rizgar Denîz di 5’emîn salvegera şehadeta xwe de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li ser gora xwe hat bibîranîn.

Di bîranînê de rêhevalên Şehîd Rizgar û şêniyên wargehê amadebûn.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir û piştre ji aliyê Rojnamevan Abid Kar ve axaftin hate kirin.

Abid Kar di destpêka axaftinên xwe de, di keseyeta Şehîd Rizgar de tevahî şehîdên çapameniya azad bibîr anî û got:

“Em wek rêhevalên wî dê heta dawî şopdarên şehîdan bin.

Hevalê me Rizgar, hertim bê tirs karê xwe dida meşandin û ji bo bibe dengê gelê Kurd heta dawî kar kir.

Emê wek hevalên wî, li ser rêya şehîdan bimeşin û emê şopdarê heqîqetê bin.”

Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Sultan Yildiztan axivî û anî ziman:

“Şehîd rêya gelê Kurd ronîdike, her şehîd ji bo me şitlek ya azadiyê ye.

Şehîd Rizgar jî yek ji wan e. Emê şopdarê rêka wan bin.”

Bîranîn bi disrûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

Back to top button