Koalîsyona Navneteweyî li Iraqê: Me jimareke baregeh radest kiriye, em ê jimara hêzên Amerîkî jî kêm bikin

Cîgirê Fermandarê Hêzên Koalîsyona Navneteweyî Kenneth Ekman ragihand ku ew ji vegera DAIŞ û zindîbûna wê ya li Iraqê natirsin.

Kenneth Ekman da xuyakirin ku, eger Koalîsyona Navneteweyî, DAIŞ ji kokê ve têk nebiribe jî, tenê şikandina hêza wê hişt ku hebûna Amerîkî li Iraqê kêm bibe.

Kenneth diyar kir ku zehmet e DAIŞ karibe xwe li baregeh û veşartgehên li gundan veşêre ji ber piştgiriya wan a lojistîk tenê bi nav maye.

Koalîsyona Navneteweyî jimareke baregehên xwe radestî artêşa Iraqê kiriye û Şemiyê jî wê leşkergeha Bismaye ya nêzî Bexdayê radest bike.

Kenneth Ekman eşkere kir jî ku wê jimara hêzên Amerîkî li Iraqê were kêmkirin, ew jî bi hevahengiya bi Hikumeta Iraqê re.

Back to top button