Nûnertiya Rêveberiya Xweser bi balyoza Kanada ya Iraqê re civiya

​​​​​​​Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê bi balyoza Kanada ya Iraqê re civiya û êrîşên dewleta Tirk nîqaş kirin.

Duh li Silêmaniyê, Berpirsa Ofîsa Balyozxaneya Kanada ya li Başûrê Kurdistanê Aşlî Durîk, serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser kir.

Têkildarî naveroka civînê, Endamê Nûnertiya Rêveberiya Xweser Cemîl Rehmano, da zanîn ku yek ji mijarên sereke, gef û metirsiya êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur-Rojhilatê Suriye û rewşa Sûriyê bi giştî bû.

Cemîl Rehmano daxwaz li Kanada kir ku destek û alîkariyê bi Rêvebedriya Xweser re bikin, da dadgehek navnetewî ji bo darizandina DAIŞ’ê bê avakirin.

Back to top button