Senatoya Amerîkî Antony Blinken weke Wezîrê Derve erê kir

Senatoya Amerîkî li ser erkdarkirina namzetê Biden, Antony Blinken weke Wezîrê Derve yê welat erê kir.

Senatoyê piştî dengdana 87 dengên “erê” li beramberî 22’yên “na” li ser erkdarkirina Blinken muher kir.

Blinken xwendina xwe ya seretayî û amadehî li Fransayê xwendiye û Qanûn li zanîngehên Amerîkayê qedandiye.

Wezîrê nû, berî niha weke şêwirmendê ewlehiya netewî di navbera 2013 û 2015 de kar kiriye, her wiha cihê xwe weke cîgirê wezîrê derve ji 2015 heta 2017 girtiye.

Back to top button