Li Selahedînê 10 nuqte û 3 erebeyên DAIŞ’ê hatin rûxandin

Li Iraqê, di encama operasyoneke leşkerî de, 10 nuqteyên DAIŞ’ê hatin rûxandin.

Şaneya ragihandina ewlehî ya Iraqê bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku hêzên operasyonên Selahedînê û hin hêzên din, li dijî şaneyên DAIŞê operasyoneke leşkerî kir.

Ev operasyon li navçeya El-Ees û gundên wê pêk hat û di encamê de, 10 nuqteyên DAIŞ’ê hatin rûxandin û 3 erebeyên wê hatin teqandin.

Hêzên li parêzgehê piştrast kir ku ev operasyon bû bersiva êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya roja Şemiyê, ku li dijî Heşid El-Şebî pêk anîbû û tê de 11 çekdar hatibûn kuştin.

Serokkomeê Iraqê banga hevkariyeke navdewletî li dijî DAIŞ’ê kir

Ji ber zêdegavî û tevgera zêde ya DAIŞê, serokkomarê Iraqê Berhem Salih jî banga hevkariyeke navdewletî kir, ku xeteriya wê îro-roj li ser cîhanê bi tevahî heye.

Berhem Salih bi bîr xist jî ku hêzên wan li dijî DAIŞ’ê dest bi operasyoneke mezin û fireh kiriye.

Back to top button