Duh Li bajarokê Riyazî ya Kerkûkê di dema derbasbûna wesayîta polîsên Iraqê de teqînek çêbû.
Tê de 9 polîsên Iraqê jiyana xwe ji dest dabûn.
Çeteyên DAIŞ’ê berpirsyartiya êrişê girt ser xwe .
Çeteyên DAIŞ’ê bi rêya hesabên medya dijîtal ragihand..
Wan dema derbasbûna karwanek yê polîsên Iraqê de bi bombeyên çandî û bombeyên destan êriş kirine.
Çeteyan diyar kirine ku di encama êrişa wan de 9 polîsên Iraqê hatine kuştin û di nava wan de efser jî hene.
Lê çeteyan behsa ziyanên xwe nekirine.