Li Kerkûkê teqînek çêbû 8 polîs jiyana xwe ji dest dan

Li bajarokê Riyazî ya Kerkûkê di dema derbasbûna wesayîta polîsên Iraqê de teqînek çêbû.
Di encamê de 8 polîsên Iraqê jiyana xwe ji dest dan 2 jî birîndar bûn.

Buyer danê sibehê li gundê Sefreî ya dikeve bajarokê Riyaz ya ser bi Kerkûkê rû da ..

Dema wesayîta polîsên Iraqê derbas dibe ,mayînek bi wesayîtê ve diteqe.

Di encama teqîna mayînê de, 8 polîsên Iraqê jiyana xwe ji dest dane, 2 jî birîndar bûne.

Hate zanîn ku piştî teqînê di navbera çeteyên DAIŞ û polîsên Iraqê de pevçûn çêbûye.

Di encam de çeteyek DAIŞ’ê hat kuştin.

Piştî teqînê hêzên Iraqê gihiştin cihê bûyerê.

Back to top button