Meclisa Ewlekarî û Parastinê ya Sûdanê, ji ber lehiya li welêt, 3 meh rewşa awarte ragihand.
Li gorî daneyên wezareta Hindirîn a Sûdanê, di werzî lehiyê yê vê salê de, heta niha 99 kesan jiyana xwe ji dest daye, her wiha bi deh-hezaran xanî rûxiyane û ziyan gihaştiye bêhtirî nîv milyon kes.
Meclisa Parastinê ya bi serokatiya ferîq Ebdul-Fetah El-Burhan, biryara avakirina komîteyekê ji bo rêgirtina li ber lehiyê û çeksazkirina bandorên wê, bi serokatiya wezareta kar û endamtiya hemû wezaret û eyaletan, da.
Wezîra Kar a Sûdanê Lîna El-Şêx ragihand ku, piştî lêkolînkirina raporên girêdayî lehiya îsal û ziyanên wê yên canî û madî, biryara rewşa awarte hat dayîn.
Li gorî wezareta Avdanê ya Sûdanê, ji sala 1912’an ve, avê çemê Nîlê ewqasî bilind nebûye.