Kurd û dostên wan ên li paytexta Rûsya Moskovayê, bi wesîleya salvegera 11’emîn a destpêkirina Şoreşa Rojava, pîrozbahî lidar xistin.
Pîrozbahî li Navenda Konserê Astaxov a Moskovayê bi amadebûna gelek saziyên ku nûneriya gelên cuda dikin, pêkhat.
Li wir nûnerê Rûsyayê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Reşad Bênav axivî û got: “Bi saya berxwedana şehîdan Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê pêkan bû ku îro li Rojavayê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê pêşketin çêdibin.”
Her wiha hevserokên Otonomiya Neteweyî-Çandî ya Federal a Kurdan a Federasyona Rûsyayê jî şoreşa Rojava pîroz kirin û destnîşan kirin ku têkoşîna gelê Kurd êdî li hemû cîhanê tê naskirin.
Piştî axaftinan li ser Şoreşa Rojava û têkoşîna gelên herêmê, sînevîzyonek jî hate temaşekirin.
Pîrozbahî li ber stranên hunermendên Kurdistanî û bi gerandina komên govendê bi dawî bû.