Dewleta Tirk li binarê Qendîlê erebeyek bombebaran kir

Balafireke bêmirov û biçek ya dewleta Tirk a dagirker li herêma Binarê Qendîlê wesayîtek bombebaran kir.

Li gor Roj News’ê balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker vê êvarê li herêma Binarê Qendîlê Erebeyek bombebaran kir.

Di encama bobebarankirina erebeyê de ziyaneke mezin a madî gihiştiye avahiya Şaredariya Binarê Qendîlê.

Hevserokê Şaredariya Binarê Qendîlê Dilşêr Îbrahîm êrişa balafira bêmirov ya dewleta Tirk ji Roj-news re piştrast kir û got:

“Çend saetek beriya niha balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker li ser esmanê Binarê Qendilê digeriya.

Erebeyeke barhilgir ku li nêzîkî avahiya Şaredariya Binarê Qendîlê rawestiyabû bombebaran kir.

Ji ber êrişa balafirê agir bi tankera gazê ya wesayîta Şaredariyê ket û di encamê de, ziyanek mezin gihişt gelek erebeyên şaredariyê.

Back to top button