Ereb û Çerkez: Em ê li hember dagirkeriyê bisekinin

Kesayetên ji pêkhateyên Ereb û Çerkez ên Minbicê berxwedana pêkhateyan ya li dijî êrişên dewleta Tirk silav kir.

Hevserokê Komeleya Çerkezan Samir Hebaq derbarê mijarê axivî û got :

“Gelê herêmê li hember gef û êrişên dewleta Tirk berxwedaneke bêhempa dimeşînin.

Bi giranbûna van êrişan re gel xwe bêhtir li gor şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin kir ..

Îro em vê xakê diparêzin, sibe zarokên me wê biparêzin.”

“Emê li hember dijmin li kêleka hêzên xwe bin”

Her wiha, yek ji rûspiyên eşîra Benî Seîd a Minbicê Şêx Fehid Şilaş jî got:

“Dewleta Tirk êrişên berfireh pêk tîne.

Ji bo pêkanîna armancên xwe yên Osmanî hemû hincetan derdixe holê.

Emê netenê Minbicê li her derê li kêleka QSD’ê bin.”

Back to top button