“Helwesta CPT cihê şermê ye “

Endamên PYD’ê ya Reqayê û şêniyên Minbicê helwesta CPT’ê rexne kir û ew wek hevkara dewleta Tirk bi nav kir.

Endama Meclisa Giştî ya PYD ya Reqayê Ebîr El Xelîl dibêje:

“Tecrîda ku 23 sal in li ser rêber Abdullah Ocalan tê pêkanîn, bi armanca binpêkirina mafan e.”

Endama Meclisê Rîm Îdrîs jî got:

“Divê rêxistinên hiqûqî yên li seranserî cîhanê li hember binpêkirinên dewleta Tirk helwesteke cidî bigirin.”

Girêdayî heman mijarê, welatiya bi navê Nisrîn El Elî ya ji Minbicê wiha axivî:

“Em bêdengiya CPT’ê û ne xwedîdernektina li erkên xwe şermezar dikin.”

Mihemed Husam ê ji Minbicê helwesta CPT’ê ya ku dikeve berjewendiya dewleta Tirk şermezar kir.

Jina ciwan a bi navê Şêrîn Ehmed jî got:

Armanca wan ji tecrîdê rêgirtina li ber fikrê rêber Ocalan e.”

Back to top button