Di hilbijartinên Kerkûkê de YNK bû partiya yekemîn

Di hilbijartinên Iraqê de serkeftina kurdan a li Kerkûkê remza xwe li hilbijatinê da û Kurdan li Kerkûkê 7 kursî bi dest xistin.
Her wiha li Musilê jî serkeftina namzetê PADÊ Qasim Keşko jî qasî serkeftina kerkûkê girîng û stratejîk bû.

Duh li Iraqê û Başûrê Kurdisatanê piştî 10 salan hilbijartina encûmenên parêzgehan pêkhat.

Hilbijartin li 15 parêzgehan hate lidarxistin.

Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê ragihand ku tevlîbûna hilbijartinê ji sedî 41 bû.

Ev rêje li Kerkukê ji sedî 65 bû.

Di hilbijartinên Kerkûkê de Kurdan 7 kursî bi destxist

Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan ya Iraqê encamên destpêkê yên hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê li paytext Bexdayê eşkere kir.

Encamên destpêkê yên hilbijartina wiha ne:

Li Kerkûkê YNK bû partiya Yekemîn û 5 kursî bi dest xist

Koalîsyona Erebî: 3 kursî bi dest xist

Eniya Tirkmenî: 2 kursî û PDK jî 2 kursî bidest xist.

Bi vê serkeftina YNK’ê ku tevgera azadî jî piştgiriya wî kir planên Tirkiye û PDK’ê neçûn serî.

Li Nînova tifaqa YNK’ê 5 PDK’ê jî 4 kursî bi dest xist

YNK’ê li Parêzgeha Selahedîn 2 li ya Diyalayê jî 1 kursî bi dest xist.

Di parêzgeha Nînovayê de ku PDK gelek xurt bû vê carê gelek deng wenda kir û bû partiya duyem.

Li Nînovayê tivaqa Ehlî Nînova li gel YNK’ê ku PADÊ jî di vê tifaqê de cih digirt 5 kursî bi dest xistin.

PDK’ê jî 4 kursî bi dest xist.

Rêveberiya Xweser a Şengalê serkeftina Keşko pîroz kir

Qasî serkeftina Kurdan li Kerkûkê serkeftina êzdiyan li Musilê jî girîng bû.

Namzetê PADÊ yê Rêveberiya Xweser a Şengalê Qasim Keşko hate hilbijartin û kete meclisa Musilê.

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Êdî Êzidî dikarin xwe rêvebibin

Rêveberiya Xweser ya Şengalê serkeftina namzetê PADÊ Qasim Keşko bi daxuyaniyek pîroz kir û got:

“Em vê serkeftinê li hemû Êzidiyan pîroz dikin.

Divê gelê me êdî rê nede xwefiroşan, ji bo li ser wan serwer bibin.

Divê civaka Êzidî êdî xwe bixwe birêve bibin û rêveberiyên xwedî wijdan yên dilsozê Êzidiyan hilbijêrin.”

Qasim Keşko: Em ê ji bo xweseriya civaka xwe bixebitin

Qasim Keşko jî peyamek da û got:

“Em ê li hember hemû aliyên ku dixwazin zilmê li gelê me bikin, bisekinin.

Bi taybet jî emê li hember pêkanînên PDK’ê rawestin.

Em ê ji bo xweseriya civaka xwe bixebitin.”

Aso Mamend: Ji ber pirlîsteyiyê dengên Kurdan parçe bûn

Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Nîştimanê Kurdistan-YNK Aso Mamend jî ragihand ku parçebûna Kurdan li Kerkûkê ziyanek mezin gihand dengên Kurdan û wiha got:

“Li herêmên Kurdan tevî ku yek dengê Kurdan jî gelek girîng bû lê ji ber pir lîsteyiyê zêdetirî 44 hezar dengên Kurdan parçebûn.”

Piştî 10 salan li Iraqê hilbijartina encûmenên parêzgehan pêkhat

Back to top button