Sadiq Mihemed: Em ê 5 parên Mazotê li cotkaran belav bikin

Rêveberiya Sotemeniyê diyar kir ku ew ji ber kêmbûna barîna baranê parên cotkaran ên Mazotê zêde kirine û her lîtrek bi 75 lîreyê difroşin.

Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser Sadiq Mihemed destnîşan kir ku dê belavkirina Mazotê heta bidawîkirina parên cotkaran berdewam bike.

Sadiq Mihemed anî ziman ku ji ber nebarîna baranê ew ê 5 paran li cotkaran belav bikin û got:

Li herêma Cizîrê para yekemîn a cotkaran a mazotê belav kirine û para duyemîn jî dê dawiya vê mehê bi dawî bibe.

Li herêma Firatê jî du par hatine dayîn û xebatên ji bo para sêyemîn tên kirin.

Her wiha li Minbic û Tebqayê, 3 par hatin belavkirin û amadekarî ji bo para 4. heye.

Mihemed da zanîn ku li Reqa û Dêra Zorê para yekemîn tê belavkirin, ji ber mazota germkirinê dereng ma.

Back to top button