Zextên PDK’ê li ser rojnamegeran

Çalakvanên Hewlêr, herêma Germiyan û Silêmaniyê biryara dadgeha Hewlêrê ya li dijî rojnamevan û çalakvanên Behdînanê bi tundî şermezar kir û banga betalkirina yekser a vê biryara dersincî û dermirovî kir.

Li Başûrê Kurdistanê azadiya derbirandinê bi girtin û fişaran tê binpêkirin.

Partî Demokratî Kurdistan (PDK) bi behaneyên cuda cuda, rojnamegeran digire û diavêje binê zindanan.

Dadgeha Hewlêrê berî 2 rojan, bi tawanên cihêreng, cezaya girtîgehê heya 6 salan, li 2 rojnamevan û 3 çalakvanên herêma Behdînanê birî.

Li dijî vê biryarê, çalakvanên Hewlêrê nerazîbûn nîşan dan.

Çalakvan Ferman Reşad diyar kir Dadgeha Hewlêrê li gorî siyaseta PDK’ê dimeşe û tenê li dijî azadîxwazan tê bikaranîn.

Ferman Reşad da xuyakirin ku li Dadgeha Hewlêrê bi sedan dozên gendeliyê hene ku tên nixumanidn, lê eger dosyayeke girêdayî azadiya hizirînê hebe, di nava 2 rojan bi biryarekê bi dawî dibe.

Çalakvan Arî Ebdullah jî da zanîn ku Başûr ber bi qonaxeke metirsîdar ve çûye û anî ziman:

“Desthilat bi girtina çalakvanan, nikare dengên azad bibire.

Divê PDK baş bizane ku bi qasî zilma ku dike, dengên azadîxwazan bilindtir dibe.

Biryara Dadgehê, partiyetî û siyasî ye, divê bê betalkirin.”

Jixwe xwepêşandanên gel ên dawiya sala par li Başûrê Kurdistanê, ev siyaseta bêdengkirinê baş da der.

Hingê 7 Kanûnê, ji bo nixumandina rastiyê, heta hefteyekê televîzyona NRT û hinek dezgehên din ên ragihandinê girtin.

Vê dawiyê ev ji astengkirina karkirina televîzyona me Ronahî jî belî bû, ku desthilatên Başûr ji kifşkirina rastiyê ditirsin û her dixwazin dengê derbirînê qut bikin.

Li navçeya Kelarê ya herêma Germiyanê jî, li dijî biryara kirêt a Dadgeha Hewlêrê şênî, çalakvan û rojnamevan duh li ber dibistana Leyla Qasim kom bûn.

Çalakvanan biryar şermezar kir û dirûşma “Azadîxwaz bi biryarên tirsonekan bêdeng nabin” û “Azadî bo Mamoste Bedel Berwarî” qîr kirin û banga azadkirina kesên girtî kir.

Mîna gelek navçe û bajarên din, rojnamevan û çalakvanên navçeya Çemçemal a Silêmaniyê jî nerazîbûn li dijî cezaya dadgehaê nîşan dan û banga betalkirina yekser a biryarê kir.

Back to top button