3 CANGORIYÊN AZADIYÊ LI HESEKÊ JI ALIYÊ SEDAN VE HATIN OXIRKIRIN

Bi sedan şêniyên Hesekê 3 cangoriyên azadiyê bi merasîmekê li goristana Şehîd Dijwar oxir kirin.

Şervanê QSD’ê Ebdulletîf Mecîd bi nasnav Şevger, şervanê YPG’ê Ehmed Rîfayî bi nasnav Demhat Hesekê û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Cîhad Şiblî, 1 û 2 Gulanê li Dêrazorê dema li ser karê xwe bûn şehîd bûn.

Bi sedan şêniyên bajar û gundewarên Hesekê cenazeyên her sê şehîdan ji ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê wergirtin û bi kerwanekî ber bi goristana Şehîd Dijwar ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, YPG’ê û TEV-DEM’ê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopandina xeta şehîdan nû kirin.

Di dawiya merasîmê de şervanan cenazeyê her sê hevalên xwe yên şehîd di nava sloganan de spartin axê.

Leave a Reply

Back to top button