Gerîla navên leşkerên ku kuştina wan tên veşartin eşkere kir

Gerîla 26’ê Mijdarê li herêma Metîna Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn Amed pêk anî di vê operasyonê de 18 dagirker hatin kuştin û dewlet tirk tenê nasnameya 3 leşkerên xwe ragihand.
Gerîla bi dîmen navê leşkerên ku hatine kuştin û alavên li ser wan hatine desteserkirin parvekir û bang li malbatên leşkeran kir ku aqubeta zarokên xwe ji artêşa dagirker bipirsin.

Dewleta Tirk a dagirker li herêmên parastina medyayê rojane derbên mezin dixwe.

Kuştiyên xwe ji raya giştî Tirkiyê vedişêre.

Ji malbatên leşkeran re jî dibêje kurê we bi qrîza dil, an qezaya trafîkê, an xwe kuştiye bi derewên bi vî rengî rastiya têkçûna xwe vedişêre.

Gerîla 26’ê Mijdarê li herêma Metîna Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn Amed pêk anî û di vê operasyonê de bi dehan leşkerên Tirkiya dagirker kuştin.

Û dîmenên vê operasyonên ji raya giştî re parvekirin.

Gerîlayan gelek çek û malzemeyên leşkerî yên ku li ser cenazeyên leşkerên Tirk rakiribûn, weşandin û derket holê ku artêşa Tirk windahiyên xwe diveşêre.

Çente û alavên ayîdê hin leşkerên ku mirinên wan tên veşartin, vê rastiyê piştrast dikin.

Gerîlayên ku çanteyên ayîdê leşkerên bi navê Samet Kûlaç, Mûstafa Akalp, Îsmaîl Yilmaz û Mucahît Gokyer desteser kiri, diyar dikin ku mirina van leşkeran tê veşartin.

Gerîla bang li malbatên leşkeran kir ku aqubeta zarokên xwe ji artêşa dagirker bipirsin.

Back to top button