Salvegera 5’an a bidawîkirina DAIŞ’ê li Baxozê

Beriya 5 salan şervanên QSD’ê berîka dawî ya DAIŞ’ê li Dêrazorê paqij kir û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevahî ji çeteyan rizgar kir.

Îro salvegera 5’an a rizgarkirina Baxozê ji çeteyên DAIŞ’ê ye.

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi boneya salvegera 5’emîn a bidawîkirina DAIŞ’ê li Baxozê daxuyanî da.

QSD: Hêzên li şûna cîhanê şerê DAIŞ’ê kir

QSD’ê pêşî şehîdên ku oxira rizgarkirinê de şehîd bûne, bi bîr anî û got:

Gelê me ku piştevanî û destek da hêzên me heyanî ku dawî li DAIŞ’ê li Baxozê anî.

Hêzên me bi serkeftinê karîn bi milyonan ji xelkê sivîl ji teroreke cîhanî biparêze.

Lê zêde xeteriya vê terorê jî li ser tevahî cîhanê rakir.

QSD: Hêjî xeteriya şaneyên DAIŞ’ê yên veşartî li herêmê heye

QSD’ê di daxuyaniyê de bal kişand li ser xeteriya şaneyên DAIŞ’ê yê razayî û got:

“Hêjî xeteriya DAIŞ’ê li herêmê heye.

Ew xwe bi riya şaneyên razayî bi rêxistin dike.

Binçavkirina kesayet û karmendên Rêveberiya Xweser û serokeşîran hêjî dewam dike.

Ev yek xuya dike ku hêjî DAIŞ li herêmê bi temamî bi dawî nebûye.

Ji ber vê yekê hêzên me operasyonan li dijî van şaneyan pêk tîne.”

QSD: Divê girtiyên DAIŞ’ê yên li girtîgehên me werin darizandin

QSD’ê diyar kir ku bidawîanîna DAIŞ’ê tenê di warê leşkerî de têrê nake, pêwîst e hawirdora wê ya îdolojîk û ramyarî were zuwakirin.

Di vê derbarê de QSD’ê bang kir û got:

“Divê hevkariyek di navbera dewletan de hebe da ku DAIŞ tune bibe.

Dosya girtiyên DAIŞ’ê yên li girtîgehên me de were çareserkirin.

Yan ew girtî ji bo welatên wan werin şandin an dadgeheke navdewletî ji bo darizandina wan were avakirin.

Çareseriyek ji malbat û zarokên DAIŞ’ê yên li kampa Holê were dîtin. ”

Qsd: Divê çareseriyek ji malbat û zarokên DAIŞ’ê yên Kampa Holê re were dîtin

Hêzên Sûriya Demokratîk di dawiya daxuyaniya xwe de îşaret bi rola Tirkiyê ya vejandina DAIŞ’ê li herêmê kir û got:

“Herêmên dagirkeriya Tirk li Bakurê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ’ê yên revî re bûye stargeh.

Belge di destê me de hene ku DAIŞ xwe li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de bi rêxistin dike.

Êrişên Tirkiyê yên dawî hişt ku şaneyên DAIŞ’ê yên razayî li herêmê xurt bibin û çalakiyên terorî pêk bînin.

Divê hêzên navdewletî fişarê li Tirkiyê bike da ku dawî li DAIŞ’ê were.”

Back to top button