Bi armanca xurtkirina behreyên xwendekaran Komîteya Rêveberiya Dibistanan li Girkê Legê pêşbirkeke helbestan lidarxist.
Îro Komîteyên Rêveberiya Dibistanan û Çalakiyên Dibistanan ên li navçeya Girkê Legê bi hevkariya Tevgera Xwendekaran a Demokratîk pêşbirkeke helbestan ji bo xwendekaran lidarxist.
Pêşbirk bi navê ‘Pêşbirka Şehîd Behdînan Kobanê’ li Navenda Sendîkaya Rimêlan a Qamişloyê bi tevlêbûna 36 xwendekarên qonaxên amadehî û navîn, hate lidarxistin.
Di pêşbirkê de helbestên bi zimanên Erebî û Kurdî hatin xwendin.
Di dawiya pêşbirkê de, komîteya pêşbirkê berhem nirxandin û di encamê de 8 xwendekar biserketin her wiha hemû xwendekarên ku beşdar bûbûn, hatin xelatkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku şehîd Behdînan Kobanê, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bû û 25`ê Kanûna par şehîd bûbû.