Însîyatîfa “Ji Ocelan Re Azadî” îşev haştaga ji bo azadiya rêber Ocalan li ser soşyal medya destpê kir.
Haştag li gorî saeta Rojavayê Kurdistanê 18:00’an de destpê bike.
Însîyatîfê bang li hemû kesên alîgirên demokrasî û mafên mirovan kir ku bi awayekî çalak beşdarî vê xebatê bibin.
Însîyatîfê bang li CPT, Saziyên Navnetewî û Konseya Ewropayê jî kir ku êdî bêdeng nemînin û ji bo azadiya Rêber Apo bi awayekî lezgîn gavên pêwîst bavêjin.