Rûsya û Tirkiyê ‘belgeyek hevpar’ ragihand

Di civîna navbera serokê Rûyayê Pûtîn û serokomarê Tirkiyê Erdogan a li Moskovayê, biryara agirbestê derket. Aliyan ji bo Idlibê ‘belgeyek hevpar’ ragihandin.

Piştî hevdîtina di navbera Pûtîn û Erdogan a 2 saet û navbera heyetan a 3 saet dom kir de, têkildarî agirbestê belgeyek hevpar hate xwendin.

Di ‘belgeya hevpar’ a ji aliyê Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov û Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlût Çavuşoglu ve hate xwendin wiha tê gotin:

Li Idlibê wê hemû xebatên leşkerî 6 Adara 2020’ê saet 00:01’ê ve bê rawestandin.

Li Bakurê rêya (M4) Heleb-Lazikiyê 6 kêlometre li başûrê wê bi kûrahiya 6 kêlometre wê korîdoreke ewlekariyê bê avakirin.

Wê dewriyên Rûs û Tirk ên hevbeş 15’ê Adarê li ser dirêjahiya riya M4 ji bajarokê Tirinbe ku 2 KM dûrî Seraqibê ye destpê bike.

Her wiha aliyan teqez kirin ku tenê bi riya proseseke siyasî ji aliyê Sûriyan bixwe ve wê aloziya Sûrî çareser bibe.

Back to top button