Li Idlibê Rejîmê 6 bajarok bi dest xistin û tenê 1 km maye ku bighêje Meret Numan

Rejîma Sûrî bi desteka Rûsyayê pêşdeçûna xwe ya ber bi Meret Numan ve dewam dike û ji bo derbasbûna bajar jî tenê kîlometreyek maye.

Li gel şerê li Idlibê, çeteyên dewleta Tirk êrîşên xwe li dijî deverên rejîmê yên li Helebê dewam dikin.

Di encamê de 40 leşkerên rejîmê û 55 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.

Li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li Idlib û Helebê jî, wezareta derve ya Rejîmê name ji NY û Konseya Ewlekariyê re şand.

Pêşketinên rejîma Sûrî li Idlibê dewam in û tenê di 24 sateyên dawî de rejîmê 6 bajarok bi dest xistin.

Bidestxistina rejîmê ji van bajarokan re, hişt ku riya navdewletî ya Heleb-Şamê û riyên piştgiriyê ji bo çeteyên dewleta Tirk bên qutkirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku di encamê şerê ku navbera Rejîm û çeteyên dewleta Tirk rû dayî de, 40 leşkerên rejîmê û 55 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.

ŞERÊ LI IDLIB Û HELEBÊ
40 LEŞKERÊN REJÎMÊ Û 55 ÇETEYÊN DEWLETA TIRK HATIN KUŞTIN

Her wiha bi giştî, rejîma Sûrî bi desteka Rûsyayê bêhtirî 302 êrîş li Idlib û Helebê pêk anîn.

Li rex pêşketinên rejîmê li ser erdê, çeteyên dewleta Tirk jî li Helebê êrîşên xwe li ser deverên rejîmê dijwartir kirin.

Çavdêriya Sûrî destnîşan kir ku çeteyan li bejahiyên Xelsa û Himêre li başûrê Helebê êrîşî nuqteyên rejîmê kirin.

Di encam de şerekî giran navbera herdu aliyan de rû da.

Têkildarî van êrîşên çeteyên dewleta Tirk jî, wezareta derve ya rejîmêa Sûrî du nameyên cuda ji NY û Konseya Ewlekariya Navdewletî re şandin.

ÊRÎŞÊN ÇETEYAN LI DIJÎ REJÎMÊ
REJÎMÊ DU NAME JI NY Û KONSEYA EWLEKARIYÊ RE ŞANDIN

Rejîmê di nameyên xwe de diyar kir ku ”êrîşên wê yên li dijî terorîstên li Idlibê wê dewam bin û armanc jê tunekirina terorê ye”.

Rejîmê got:

Operasyonên li Idlib û Helebê, li ser daxwaza sivîlên li herêmê pêk tên, ji ber ku ji aliyê terorîstan ve hatin dorpêçkirin.

Back to top button