Silêman Ereb: Divê li hemberî dagirkeriyê Kurd bibin yek

Şandeyek ji Nûnertiya PYD’ê ya Başûrê Kurdistanê bi armanca pîrozkirina lidarxistina kongreya çaremîn, serdana YNK’ê kir.

Di serdanê de Nûnerê PYD’ê Silêman Ereb diyar kir ku parastina destftiyan û têkirbirina dagrikeriya dewleta tirk, bi avakirina Yekîtiya Kurdî dibe.

Bi armanca pîrozkirinna lidarxistina kongreya çaremîn a Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û nîqaşa li ser giringiya yekrêziya kurdî, Şandeyek ji nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Başûrê Kurdistanê, serdana bûroya YNK’ê ya li Silêmaniyê kir.

Pişît hevdîtinê Nûnerê PYD’ê yê Herêma Kurdistanê Silêman Ereb, ji ajansa Rojnews re axivî.

Silêman Ereb diyar kir ku di demên herî zehmet de jî têkiliya di navbera herdu partiyan de sûd dane, doza gelê kurd.

Ereb destnîşan kir ku ji bo parastina destkeftiyên Rojava yekîtiya aliyên kurdî pêwîst e û bal kişand ser rola YNK’ê.

Nûnerê PYD’ê yê Herêma başûrê Kurdistanê Silêman Ereb anî ziman ku li hemberî dagirkeriya dewleta tirk pêwîst e kurd yekîtiya xwe ava bikin

Back to top button