Rêvebriya Sotemeniyê ya Tebqayê mazot li 37 hezar malbatî belav kir

Rêveberiya Sotemeniyê ya Tebqayê mazot li zêdetirî 37 hezar malbatên Tebqa û gundewarên wê belav kir.

Belavkirina mazotê beriya meh û nîvekê destpêkiriye û heta niha dewam dike.

Xebata belavkirina maoztê li gorî malbatên xwe li cem Meclisa Sivîl a Tebqayê qeydkirine tê belavkirin.

Her birmîlek mazot bi 15 hezar L.S tê dayîn.

Hevserokê Rêveberiya Sotemeniyê ya Tebqayê Ehmed Umer destnîşan kir ku mazot heta niha li zêdetirî 37 hezar malbatî hatiye belav kirin û hîna jî malbat navê xwe qeyd dikin.

Umer da zanîn ku wê pişt beşa yekê dest bi belavkirina beşa duduyan bikin.

Back to top button