Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê doz li hikumeta Başûrê Kurdistanê vekir

Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê bi sedema ku Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û Rêber Ehmed li pêşiya vegera koçberan dibe asteng, doz vekir.
Doz li Dadgeha Federal ya Iraqê hate vekirin û biryare ku 31’ê Adarê kom bibe û giliyê Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê guftugo bike.

Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê Êvan Fayeq li dadgeha federal a Iraqê li dijî PDK’ê doz vekir.

Doz bi sedema ku hikumeta Başûrê Kurdistanê rê li vegera penaberan li ser warê wan digirin, hatiye vekirin.

Hêjayî gotinê ye ku berî niha Wezareta Koç û Koçbaran a Iraqê ragihand ku wê di çarçoveya bernameya hikûmeta nû ya Iraqê de, di nava 6 mehan de hemû wargehên koçberan ên li Iraqê bigirin.

Di vê çarçoveyê de, malbatên ku di kampên cude de diman vegeriyan warên xwe.

Di nava wan de, gelek şêniyên Şengalê jî vegeriyan malên xwe.

Heta niha jî xebatên Iraqê yên di vê çarçoveyê de dewam dike.

Doz li ser dozan li malbata Barzanî tê vekirin

Lê li gorî rayedarên Iraqê, PDK’e vê yekê asteng dike.

Ji ber vê li Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê Êvan Fayeq li Dadgeha Federal ya Iraqê dozek vekir.

Li gorî wê, doz li dijî serokê hikumeta demborî ya Herêma başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serokê Herêma başûrê Kurdistan Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karê Hindir yê hikumeta demborî Rêber Ehmed hatiye vekirin.

Êvan Fayeq bang li Dadgeha Federal dike ku vê pirsgirêkê çareser bike û ev kesên ku doz li wan hatiye vekirin, girêdayî biryara bê dayîn bin.

Li gorî bernameyê, Dadgeha Federal ya Iraqê wê 31’ê Adarê kom bibe û giliyê Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê guftugo bike.

Hêjayî gotinê ye ku li Dadgeha Federal ya Amerîkayê jî bi tohmeta gendelî û gelek kiryarên dijî mirovî li dijî malbata Barzanî boz hatiye vekirin.

Back to top button