Di Newroza Amedê de çi peyam hatin dayîn?

Mîna her sal, îsal jî li Amedê pîrozbahiyeke dîrokî ya Newrozê hat lidarxistin.
Lê, pirs û mijara girîng ji Qadê çi peyam hatin dayîn?
Tevî siyasetmedaran, bi milyonan bi awayek eşkere bersiva vê bi dirûşme û helwestê xwe raber kirin
Ew jî qêrîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ap, çareserkirina pirsgirêka kurd û yekitiya neteweyî bû.

Mîna her sal, îsal jî li Amedê pîrozbahiyeke dîrokî ya Newrozê hat lidarxistin.

Tevî hewaya sar û astengiyan, bi tevlibûna zêdetirî milyonek kesan bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Di axaftinên siyasetmedaran û dirişmeyên beşdaran de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çareserkirina pirsgirêka kurd û yekitiya neteweyî ya gelê kurd derketin pêş.

Tuncer Bakirhan: Rastiya Kurd, rastiya Kurdistanê nas bikin

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan Tuncer Bakirhan yê di pîrozbahiyê de axivî têkildarî van mijaran rêzebang li hemû aliyan kir.

Tuncer Bakirhan di serî de diyar kir bila tifaqa Kurd-Tirkan bê nûjenkirin û ev bangazî kirin:

Ji bo aştî û demokrasiyê têkoşînê mezin bikin.

Rastiya kurd, rastiya Kurdistanê nas bikin.

Divê kurd yekitiya xwe ava bikin.

Yek ji beşdarên Newroza Dîrokî a îsal siyasetmedara qedîm Leyla Zana bû.

Daxwaza gelê Kurd: Zzadiya fîzîkî a Rêber Apo û aştî

Li aliyê din kesên ku weke mêvan li Newrozê hatin vexwendin, têkildarî peyaman axivîn.

Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan Huseyîn Kuçukbalaban got:

Di Newroza Amedê de daxwaza aştiyê ya gelên Kurdistan û Tirkiyê derkete pêş.

Yek ji aktorên sereke yên aştiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.

Kuçukbalaban anî ziman ku polîtîkaya “ewlehiyê” ya ku çil sal e tê domandin bêhtir rê li ber şer û pevçûnan vedike û diyar kir divê êdî ev were bîdawkirin.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî anî ziman ku peyamên her sal tên dayîn tim ji bo çareseriya aştiyane girîng bûne û xwest her kes guh bide dengê gelê Kurd.

Parlamenterê CHP’î: Li bajarên cuda li aştiya Tirkiyê negerin

Yek ji mêvanê Newroz Parlamenterê Partiya Gela a Komarê CHP yê Amedê Sezgîn Tanrikulu jî têkildarî peyama gelê Kurd a ji qada Newrozê got:

Beşdarên Newrozê daxwaza aştiyê qêriyan

Ev daxwazeke hevpar e ku dixwazin şer bisekine.

Bi sala ye ev daxwaz tê kirin lê Enqere nabihîse.

Sezgîn Tanrikulu bang li desthilatdarê kir ku li cihekî cuda li aştiya Tirkiyê negere û banga avakirina maseyek hevpar kir.

Back to top button