Li 16 navendan agirê Newrozê hat vêxistin

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî li gelek bajaran bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” agirê Newrozê hat pêxistin.
Di pîrozvahiya Newerozê de tecrîda li dijî Rêber Apo hate şermezarkirin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin.

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê îro li 15 navendên din bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” agirê Newrozê hat pêxistin.

Bi sedhezaran Kurdistanî di saetên sibehê de bi kelecanek mezin herikîn qadan û cejna berxwedanê pîroz kirin.

Newroza Cizîrê: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye

Yek ji devera ku Newroz lê hat pîrozkirin naçeya Cizîrê bû.

Di şahiya Newrozê de banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di pîrozbahiyê de balkişand ser hilbijartina şaredariyê û got:

“Em ê di 31’ê Adarê de mizgîniya mezin bidin.”

Coşa Newrozê ya li Erdîşê guh neda berf û zivistanê

Li navçeya Erdîş a Wanê jî ji bo pîrozbahiya Newrozê bi hezaran kes hatin ba hev.

Di wê şahiyê de jî tecrîda li dijî Rêber Apo hate şermezar kirin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît li weri balkişand ser çalakiya greva birçîbûnê û çalakiyên nobeta edaletê û banga bilindkirina têkoşînê kir.

Li Qosera Mêrdînê Newroz bi rengîniya Cilên Kurdî hat pîrozkirin

Bi deh hezaran kes tev li pîrozbahiya Newroza Qoser a Mêrdînê bûn.

Ciwanan, cil û bergên li xwe kiribûn ji xwe kirin û di nava agirê Newrozê de şewitandin.

Li qadê bênavber dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.

Li Wêranşarê peyama bilindkirina têkoşînê hate dayîn

Deverek din ku Newroz lê hate pîroz kirin navçeya Wêranşarê a Rihayê bû.

Li wir jî bi deh hezaran kes tev li pîrozbahiyê bûn.

Di şahiyê de peyamên bilindkirina têkoşînê hate dayîn.

Li konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê pîrozbahiyên Newrozê hebû

Bi heman awayî Li gel bajarên Tirkiyê yên weke Konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê jî Newroz bi coş hate pîrozkirin.

Back to top button