Li kantona Firat û Tebqayê Newroz tê pîrozkirin

Li navçeya Şêran a Kobanê û Tebqayê jî pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin û agirê Newrozê hate vêxistin.
Her wiha li Reqayê jî ji bo Newrozê Stadyoma Beledî hate xemlandin.

Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya Cejna Newrozê çalakî têne lidarxistin.

Pêkhateyên herêmê rojane dadikevin qadan û agirê azadiyê gur dikin.

Xelkên navçeya Şêranê ya kantona Firatê Newroz bi şahiyekê pîroz kirin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Bedîa Miho axivî û Newroz li Rêber Apo, malbatên şehîdan û gerîlayên azadiyê pîroz kir.

Piştre beşdaran li derdora agir govend gerand.

Li bajarê Tebqayê bi beşdarbûna bi hezaran kesî pîrozbahiya Newrozê dest pê kir.

Meşaleya Newrozê ji aliyê dayikên aştiyê ve hat pêxistin û çalakiyên hunerî û çandî li dar ketin.

Li Reqayê qada Newrozê hat xemilandin

Ji bo şahiya navendî ya Reqayê jî Stadyuma Beledî hate xemlandin.

Wêneyên Rêber Apo, alên QSD’ê û Hêzên Ewlekariyê hatin daleqandin.

Li kantona Cizîrê pîrozbahiyên Newroza 2024’an

Back to top button