Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê coşa Newroza 2024’an

Bi nêzîkbûna cejna Newrozê re li her deverê û li herêmê bi taybet agirê azadiyê tê pêxistin.
Îro jî li gelek gund û navçeyan agir hate pêxistin, daxuyanî hatin dayîn û govend hatin gerandin.
Xelkê herêmê gotin: Agirê Newroza îsal em ê bikin agirê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.

Ev gotina yek ji beşdarên şahiya pêxistina agirê cejna Newrozê li gundê Başemrê yê navçeya Şêrawayê bû.

Şahî ji aliyê meclisa navçeyê ve bi beşdariya xelkê gund pêk hat.

Pişt re agir hate pêxistin û govend hatin gerandin.

Li Kobanê jî bi daxuyaniyek Newroza 2024’an hate pîrozkirin.

Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Xweser a Firatê ve hate dayîn û ev yek hate gotin:

“Cejna Newrozê ji bo me tê wateya azadî, serxwebûn û serfiraziyê.”

Piştî dayîna daxuyaniyê beşdaran agir pêxistin û xelekên govendên bi coş gerandin.

Li Sirînê jî şênî kom bûn û agirê Newrozê bi coş û kelecan vêxistin.

Di bin dirûşma “bi zanist û zanînê em ê agirê Newrozê geş bikin” li zanîngeha Kobanê jî şahî hate lidarxistin.

Pêkhateyên Minbicê jî bi heman boneyê şahiyek li dar xistin û agirê Newrozê pêxistin.

Zarok, mezin, jin û ciwan xelk bi girsyî tev li şahiyê bûn.

Di şahiyê gelek axaftin hatin kirin û hate gotin ku ew ê ji her demê zêdetir ji bo azadiya Rêber Apo li ber xwe bidin û têkoşînê geştir bikin.

Şahî bi stran û govendan dewam kir.

Endamên Desteyên Rêveberiya Xweser jî li Qamişlo agir pêxistin û li dora agir govend gerandin.

Back to top button