Ji ber rewşên avhewayê zeviya genim zer dibe

Gerînendetiya Giştî ya Lêkolînên Çandiniyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, rewşa çandiniyê ya gelek deveran lêkolîn kir.
Di encama lêkolînê de Gerînendetiya diyar kir ku li hinek zeviyan nexweşiya zerbûnê çêbûye.

têkildarî rewşa çandiniyê ya li herêmê Gerînendetiya Giştî ya Lêkolînên Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser daxuyaniyek belav kir.

Gerînendetiya Giştî da zanîn ji ber mij û kêmbûna pileya germê bandor li genim kir, li piraniya zeviyan genim zer bûye û ev agahî dan:

Li gorî lêkolînan diyar bû ku nexweşiya ‘septoria tritici’ di genim de hatiye dîtin, lê rêjeya zirarê heya niha sivik e.

Li hin zeviyan jî derman ne di wextê wan de hatine reşandin û vê bandoreke nebaş li çandiniyê kiriye.

Di encamên lêkolînkirina nîsk û nokan de jî, derket holê ku pirsgirêka li pêşberî çandiniya nîsk û nokan tunebûna dermanên rakirina gihayên pelên qalind e.

Ji bo fûlan jî diyar bû ku li piraniya zeviyan di asteke baş de ye û pêwîstiya wan bi çavdêriyê heye.

Back to top button