Li Zapê di navbera gerîla û artêşa Tirk de şerek giran heye

Li Zapê di navbera gerîla û artêşa Tirk de şerek giran rûda.
Lê agahiyên berfirehtir hîna nehatine standin.
Li aliyê din Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê MAK jî ragihand ku ‘gelek amûrên teknîkî yên îstîxbaratê ku li dijî gerîla tên bikaranîn, tespît kirine û bêkêr kirin e.

Ev dengên çekan ji Girê Amêdiyê ya Zapê bilind dibe.

Ajansa nûçeyan Rojnewsê ragihand ku li Zapê di navbera gerîlayên azadiyê û artêşa Tirk a dagirker de, şerek giran diqewime.

Li gorî agahiyan, şer li Girê Amêdiyê ya Zapê şer bi dijwarî dewam dike.

Yêkildarî mijarê agahiyên berfirehtir hîna nehatine standin.

Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê amûrên teknîkî yên îstîxbaratê kirin armanc

Li aliyê din Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê MAK jî ragihand ku ‘fotokemîn, sensor û kamerayên termal’ ên ku li dijî gerîla tên bikaranîn, tespît kirine û îmha kirine.

MAK di daxuyaniya xwe de got:

”fotokemîn, sensor û kamerayên termal” ên ku artêşa Tirk a dagirker ji bo îstîxbarata teknîkî li qadên gerîla bi cih kirine, di wextên cuda de ji aliyê Milîsên me ve hatine tespîtkirin û îmhakirin.

Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê bang li welatparêzên Kurd û ciwanan kir heta ku dijmin ji xaka Kurdistanê paqij bikin, dagirkeran û amûrên wan bikin armanca êrişan.

Back to top button