Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li 14 navendên din Newroz hat pîrozkirin

Pîrozbahiyên Newrozê li 14 navendên din ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li dar ketin.
Li qadên Newrozê hat diyar kirin bi tecrîdê pirsgirêka Kurd çareser nabe û xwestin deriyên Îmraliyê were vekirin.
Her wiha siyasetmedaran bal kişandin li ser hilbijartinên şarederiyan û banga xwedî derketina li deng û partiya xwe hate kirin.

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê Newroza 2024’an a bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” îro li 14 navendên din hat pîrozkirin.

Li Dêrsimê pîrozbahiyên Newrozê yên li Qada Seyîd Riza bi tevlibûna hezaran kesan dest pê kir.

Beriya pîrozbahiyê, heta qada Newrozê meş hate lidarxistin.

Welatiyên tevî hewayê bi baran qad dagirtin, peyam “Li dora Tifaqa Dêrsimê ber bi serkeftina 31’ê Adarê ve.” dan

Li navçeya Nisîbên a Mêrdînê jî bi hezaran kes bi dirûşmên berxwedanê herikîn qada Newrozê.

Welatiyên ku bi cil û bergên kurdî tev li pîrozbahiyê bûn bi coş xelekên govendê gerandin.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û namzetê hevşaredariyê yê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk li wir xitabî girseyî kirin.

Siyasetmederan diyarkirin bi tecrîdê pirsgirêka Kurd çareser nabe û xwestin deriyên Îmraliyê were vekirin.

Pîrozbahiya Newrozê ya navçeya Panos a Agiriyê jî tevî baran û berfê bi daxwaza”Peyama Ocalan a 2013’an peyama me ye” lidarket.

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di pîrozbahiyê de îşaret bi pirsgirêka Kurd û muxatabê çareseriyê kir.

Tulay Hatîmogûllari got:

“Peyama birêz Ocalan a di sala 2013’an de şandibû peyama me ye. Bila tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û birêz Ocalan azad bibe.”

Yek ji navendên pîrozbahiyê Êlihê ku bi deh hezaran kes tev li bûn, agirê Newrozê ji aliyê dayikên Nobeta Edaletê de hate vêxistin.

Di pîrozbahiyê de Kurdistaniyan bi yek dengî berxwedana li zindanan silavkirin û peyamên xurtkirina têkoşînê dan.

Li qadê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bal kişande li ser nêzbûna hilbijartina şarederiyan û ev bang kir:

Li dijî kontrayan, li dijî kesên ji kurdî re dibêjin ‘zimanê nayê zanîn’ xwedî li deng û partiya xwe derkevin.

Her wiha li navçeya Qers, Mûş, Sêrt, Erdexan, Erzirom û bajarên Tirkiyê Balikesîr, Hatay û Mûgla jî cejna Newrozê ji aliyê hezaran ve hat pîroz kirin

Back to top button