Li navçeya Kanîreşê ya Çewligê piştî 12 salan cara ewil Newroz hate pîrozkirin

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê Newroza 2636’an bi ruhê agirê ewil û daxwaza azadiya fîzîkî a Rêber Apo tê pîrozkirin.
Îro li navçeya Kanîreşê ya Çewligê piştî 12 salan cara ewil Newroz hate pîrozkirin
Her wiha li navçeya Dîgor a Qers û Qilêban ya Şirnexê jî bi coş hat pîroz kirin.
Di pîrozbahiyan de hate diyar kirin divê pirsgirêka kurd bi muxatabên wê re bê çareserkirin û hate gotin: “Muxatabê yekemîn ê çareseriyê jî birêz Abdullah Ocalan e.”

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 2636’an tevî polîtîkayên bi salan yên tunekirinê bi ruhê agirê despêkê tê pîrozkirin.

Îro li navçeya Kanîreşê ya Çewligê piştî 12 salan cara yekem Newroz hate pîrozkirin.

Lewra ji bo pîrozbahiya Newrozê di saetên zû yên serê sibehê de ji gund û taxan welatiyan berê xwe dan qada Newrozê.

Di pîrozbahiyê de parlementer û namzetên Hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partîyê bal kişandin li ser polîtîkayên inkar yên dewleta Tirk û tecrîda li dijî Rêber Apo

Hate destnîşan kirin ku îro tecrîd ne tenê li Îmraliyê, li her derê belav bûye û hate gotin:

Ji ber vê jî heta ku ev tecrîd were şikandin divê em têkoşîna xwe xurtir bikin.

Newroza Dîgorê: Muxatabê çareseriyê birêz Abdullah Ocalan e

Li navçeya Dîgor a Qersê jî cejna Newrozê tevî hewaya sar û baranê, bi coş hat pîrozkirin.

Welatiyan bi helwesta xwe careke din diyar kirin ku Newroz azadî û berxwedan e.

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di pîrozbahiyê de axivî û qala tecrîd û grevên birçîbûnê ya girtiyên siyasî kir.

Gulistan Kiliç anî ziman ev sed sal in pirsgirêka wekhevî û statûyê ya gelê kurd heye û ev bang kir:.

“Divê pirsgirêka kurd bi muxatabên wê re bê çareserkirin.

Muxatabê yekemîn ê çareseriyê jî birêz Abdullah Ocalan e.”

Newroza Qilêban a Şirnexê: Hûn nikarin serhildan û berxwedana me têk bibin

Her wiha li navçeya Qileban a Şirnexê jî bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye”pîrozbahiya Newrozê li dar ket.

Qilebaniyên ku xwe bi rengên kesk, sor û zer xemilandin, di bin baranê de govend gerandin.

Di pîrozbahiyê de Hevserokên DEM Partiyê yên Qilebanê û namzetên hevşaredariyê yên navçeyê Ferîde Ender û Alî Urek gel silav kirin.

Nûneran di peyamên xwe banga rakirina tecrîdê kirin û gotin bertek nîşanî tecrîdê dan û gotin:

“Em li vir careke din dibêjin, hûn nikarin serhildan û berxwedana me têk bibin.”

Back to top button