Gaziyên şer xiyaneta ENKS şermezarkirin

Koordînasyona Gaziyên Şer a Hesekê giliyê Meclisa ENKS li ser hevkariya wê bi dewleta Tirk re û êrişên li ser herêmên ji Dozgeriya Giştî û Dadweriya Civakî ya Hesekê kir

Endamên Gaziyên Şer ya şaxê Hesekê bi daxuyaniyekê gaziyê ENKS’ê jî Dozgeriya Giştî û Dadweriya Civakî ya Hesekê kir.

“Em weke Gaziyên Şer gaziyê giliyek fermî pêşkêşî Serdozgeriya Komarê ya Hesekê dikin li dijî kombûna partiyên ku xwe wek Meclisa Niştimanî ya Kurd (ENKS) bi nav dikin ku bi destek wan dewleta Tirk a dagirker êrişî navenda me li Qamişlo kir.

Her wiha di dema êrişên dewleta Tirk li dijî binesaziya herêmê koordîne dida dewleta Tirk.

Li Efrîna dagirkirî jî ev Meclis jî agahî û koorîdneyê dide dagirkeriya Tirk û çeteyên wê.

Bi yekê jî çeteyên dewleta Tirk bê serûber sûcên xwe li dijî xelkên Efrînê dikin.

Tevî ku ev 6 sal li ser dagirkirina Efrînê derbas dibe lê ne rojekê ev meclis kirinên dij-mirovahiyê ku li Efrînê dibe şermezar kir berovajî wê piştgiriyê dida wan.”

Gaziyên şer eşkere kirin ku ew ê xayînan li ser xaka xwe qebûl nekin û bi hemû derferên xwe li dijî van xayînan biseknin.

Back to top button