Li Rojhilatê Kurdistanê Newroz bi çoş tê pîrozkirin

Yek ji devera ku Newroz lê hate pîrozkirin Rojhilatê Kurdistanê bû.
Li gelek gund û bajaran agirê Newrozê hate pêxistin û govend hate gerandin.

Tevî ku Çend roj ji roja Newrozê re mayejî li Rojhilatê Kurdistanê jî ji niha ve coşa Newrozê dest pê kiriye.

Li gundê Sûtû yê bajarê Bane yê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Li wir şêniyan piştî amadekariyên agirê Newrozê, di bin baranê de agirê Newroz dadan û heta saetên dereng li ber stranên gelêrî govend gerandin.

Bi heman awayî li gundê Sîsîr yê Serdeştê jî Newroz bi çoş hate pîroz kirin.

Hêjayê bibîrxistinê ye ku îşev li tevahiya bajar, navçe û gundewarên Rojhilatê Kurdistanê û yên Îranê agirê Newrozê we were dadan û pîrozkirin.

Back to top button