Li aliyê Minbicê carke din çeteyn dewleta Tirk hewil dan bikevin gundê El Biwêhîc.
Hêzên Cebhet El Ekrad yekser bersiva êrişê dan û hewildanên çeteyan têk bir.
Li Til Rifetê jî cenazeyê Elî Ebdurehman Mihemed yê di encama êrişa dewleta Tirk a qirker de şehîd bûyî hate oxirkirin.
li Til Rifetê merasîm hebû.
Ciwanê bi navê Elî Ebdurehman Mihemed 17’ê Adara 2024’an de di êrişa dewleta tirk a li ser navçeya Til Rifet a Şehbayê de şehîd bûbû.
Li Goristana Şehîdan a Fafînê endama Meclisa Navçeya Til Rifet Heyat El Ehmed axivî û sersaxî da tevahî gel.
Heyat El Ehmed bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û got:
“Dewleta Tirk a dagirker her roj êrişên xwe li ser herêmên me zêdetir dike.
Ji ber topbaranê zarokên me şehîd dibin.
Berdêl çi dibe bila bibe em ê têkoşînê bidomînin.”
Endama Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a kantona Efrîn û Şehba Hisên Wilo jî anî ziman ku heta vegera li Efrînê dê berxwedan û têkoşînê bidomînin.
Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.