Asayîşê li Dêrazorê nêzîka 80 hezar hebûn kaptagonê girtin

Asayîşê li Kantona Dêrezorê barhilgirek ku bi hezaran hebên narkotîkê barkirî bûn, girtin.

Navenda Ragihandinê ya Asayîşê li ser mijarê daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:

“14’ê Adarê kamyonek ku bi sebzeyan barkirî bû ji herêmên hikumeta Şamê derbasî herêmê rêveberiyê yên li Dêrazorê bû.

Di çarçoveya xebatên domdar yên şopandina Dosyayê Narkotîkê de, agahî ji me re hatin ku ev komyon bi madeyên Narkotîkê barkirî ye.

Yekser hêzên me bi operasyonek teybet ew komyon girt.”

Di lêgerînê hate diyarkirin ku Hebên kaptago dinava sebzeyan de hatibûn bicihkirin.

Asayîşê di wê erebeyê de, 79 hezar û 10 hebên Kaptagonê girtin.

Her wiha 2 kesên berpirsyarê qaçaxçîtiya van heban girtin.

Asayîşê kesê ku girtine ji Dozgeriya Giştîre şand da ku bi qanûnî were darzandin.

Back to top button