Hêzên Eniya Cebhet El Ekrad hewldana çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku bikevin gundê El Biwêhîc ê kantona Minbicê, têk bir.
Doh Şervanên Hêzên Cebhet El Ekrad ên girêdayî QSD’ê, bersiva çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên dixwestin bikevin gundê El Biwêhîc ê Rojavayê Minbicê, da.
Di encama bersivdayînê de şer derket.
Şervanên Cebhet El Ekrad hewldana çeteyan têk bir û çete neçar kirin ku paşde vekişin.