Wezîrê Karê Derve yê Dewleta Tirk a dagirker careke din gef li YNK’ê xwar

Dewleta Tirk ji bo êrişeke berfireh ya dagirkeriya xwe ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê di nava hewildanan de ye.
Hevkariya PDK’ê bi Tirkiyê re nebese, îcar dixwazin Iraq û YNK’e jî bi wan re hevkariyê bikin.
Lê YNK’ê gelek caran eşkere kiriye ku ew li dijî gelê kurd xeta îxanetê hilnabijêrin.
Lewma dewleta Tirk a dagirker gefan li YNK’ê dixwe.
Gefa herî dawî jî ji Wezîrê Karê Derve Hakan Fîdan hat.

Dewleta Tirk a dagirker gef li ser gefan li Yekîtiya Nîştimana Kurdistan (YNK) dixwe ku di şerê li dijî gelê kurd de ji wan re bibe alîkar.

Gefa herî dawî jî ji Wezîrê Karê Derve yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan hat.

Hakan Fîdangef duh bi şev ku tevlî bernameyek televziyonê bû, behsa siyaseta dewleta xwe ya derve kir.

Fîdan di nirxandinên xwe de carek din gef li YNK’ê xwar ku di şerê li dijî gelê kurd de ji wan re bibe alîkar.

Dewleta Tirk a dagirker ku di şerê li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê de derbên giran dixwe, hewil dide bi alîkariya derdor xwe xilas bike.

Heta niha malbata Barzanî ango PDK’ê di vê şerî de bi awayekî eşekere aliyê xwe yê li gel dewleta Tirk diyar kiriye.

Lewma rayedarên Tirkiyê di nav çend mehên dawî de li Iraq gelek hevdîtin pêk anîn da ku wan jî bikêşe aliyê xwe.

Hemwextî Iraqê Tirkiye zextê li YNK’ê jî dike ku di xeta îxanetê de alîkariya wan bike û li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê derkeve.

Li dijî vê yekê YNK’ê gelek caran ragihandiye ku ew şerê birakuriyê nakin û di xeta îxanetê de cih nagirin.

Ji ber vê Wezîrê Karê Derve yê dewleta Tirk careke din gef li YNK’ê xwar û got:

“Tirkiye bi biryare ku hemû amûrên polîtîkaya derve yên di destê xwe de bi awayekî koordînekirî bikar bîne.”

Di 16’ê Çileya 2024’an de jî Hakan Fîdan li Parlamentoya Tirkiyeyê derbarê êrişên Tiriyê ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê de axivî bû û gef li YNK’ê xwari bû.

Back to top button