Li herêmên dagirkirî alozî û tevlihevî dewam dikin.
Li Efrîn û Babê di navbera komên çeteyan de şerên giran derketin.
Hate diyarkirin ku di şer de 2 çete birîndar bûne.
Duh bi şev li bajarên Efrîn û Babê di navbera çeteyan de şer derketin.
Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecih, li kolana Siyase ya bajarê Efrînê di navbera komeke çete ya ji bajarokç Endan ê Helebê û çeteyên El Hemzat de şer derket.
Çavkaniyan da zanîn ku di şer de 2 çete birîndar bûne.
Her wiha li bajarê Babê yê li Rojhilatê Helebê jî di navbera çeteyên dewleta Tirk ên girêdayî qebîleya El Mewalî û çeteyên Feyleq El Şam de şerekî giran qewimî.
Li herêmên dagirkirî gelek caran li ser parvekirina diziyan şer di navbera çeteyan de derdikevin.
Li herêmên dagirkirî nakokî û pevçûnên dewleta Tirk û çeteyan