Artêşa Tirk a dagirker gundên Til Temir û Minbicê topbaran kir-HAT NÛKIRIN

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên yên li ser herêmê bê navber dewam dikin.
Dagirkeran gundê Hoşeriyê Minbicê topbaran kir.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirk ji baregeha xwe ya li gundê Qêratê yê bajarê Minbicê, gundê Hoşeriyê yê Minbicê bi hawanan topbaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji duh êvarê jî heta danê sibê gundê Dirdara yê navçeya Til Temirê bi çekên giran topbaran kir.

Li aliyê din îro piştî nivro li ser rêya M4 a navçeya Eyn Îsayê mayîneke ku bermahiyên çeteyan bû, di welatiyê bi navê Ebdulkerîm Şelaş Qiwêdir de teqiya.

Di encama teqîna mayînê de Ebdulkerîm Şelaş birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.

Back to top button